Midûrîyeta Herêma 15’emîn a Meteorolojîyê ya Amedê, ji bo barkirina tozê ya ku li Amed û parêzgehên herêmê tê texmînkirin, daxuyanîyeke nivîskî da.
Midûrîyeta Herêma 15’emîn a Meteorolojîyê ya Amedê, ji bo barkirina tozê ya ku li Amed û parêzgehên herêmê tê texmînkirin, daxuyanîyeke nivîskî da. Di daxuyanîyê de wiha hat gotin; “Li gor nirxandinên dawî, tê texmînkirin ku toza ji Sûrîyeyê wê li parêzgehên Amed, Riha û Mêrdînê were dîtin. Pêwîste ku welatîyên me li hember neyînîyên weke kêmbûna qalîteya hewayê, kêmbûna dîtinê, astengîyên çûnûhatinê û barîna herîyê li herêmên bi baranê, baldar û hişyar bin. Tê bendêkirin ku barkirina tozê îro heta saetên êvarê bi bandor be.”