Navenda Krîza Erdhejê ya Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê ku piştê erdhejên Mereşê hatîye avakirin, daneyên xwe yên dawî yên li ser lêkolînên tesbîtkirina zirara bajêr parve kir.
Navenda Krîza Erdhejê ya Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê ku piştê erdhejên Mereşê hatîye avakirin, daneyên xwe yên dawî yên li ser lêkolînên tesbîtkirina zirara bajêr parve kir.
Hat ragihandin ku li bajêr hejmara avahiyên zirar dîtine derketiye 2 hezar û 295an. Di daxuyanîya ku hat dayîn de wiha hat gotin, “Li bajêr 22 avahiyên hilweşiyayî, 57 avahiyên ku bi lezgînî divê bên hilweşandin, 2 hezar û 236 avahiyên bi nîvxisar û 25 hezar û 193 avahiyên bi sivikayî xisar dîtîne heye. Li bajêr ji bo 2 hezar û 769 avahî tespît hêj nehatine kirin, 8 hezar û yek avahî ji nirxandinê hatin derxistin û 72 hezar û 229 avahî jî bê xisar hatin dîtin.