Ji ber qutbûna ceyran û avê ya ku 3 meh e li Dibistana Seretayî û Navîn a Ûzûmlû ya navçeya Pîran a Amedê didome, mamosteyan ji CÎMER’ê re gilî kirin. Mamosteyên ku nexwestin navên wan bên eşkerekirin ji rojnameya Guneydogu Ekspres re axivîn.

Mamosteyên ku dîyar kirin ev nêzê 3 meh e li dibistanê nikarin xizmeta ceyranê wergirin û ji ber voltaja kêm a ceyrana ku di nava rojê de tê dayîn pirsgirêka germkirin û avê heye, di serlêdana xwe ya ji bo CÎMER'ê de wiha gotin: Ji ber ku av li dibistanê tune ye û pergala germkirinê naxebite, 425 xwendekar û 30 personel ji ber sermayê bi nexweşîyan ketine. Di dibistanê de germkirin, ceyran û av tune. Zarok tuwaleta xwe li baxçeyê dibistanê dikin. Divê ev gilîyên di sazîya dewletê de bên rakirin.
Perwerde tên astengkirin. Divê li hemberê kesên ku di vê zivistana sar de xwendekar û karmendan terikandine, tedbîrên pêwîst bên girtin. Weke perwerdekar em dixwazin di vê sazîya dewletê de di rewşeke bêsînor û rehet de dersê bidin xwendekarên xwe. Em hêvî dikin ku rayedarên pêwîst bi vê mijarê re mijûl bibin.”