Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar ku li pêş Edlîyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 542’an de didome.
Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar ku li pêş Edlîyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 542’an de didome.
Dayik Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de hatin ber edlîyeya Rihayê û dest bi çalakîya nobedê kirin. Malbata Şenyaşar bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiya Dinyayê û vekirina serdema edlî li cihê wekî ‘quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar’ tê nasîn ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir. Di pêşangehê de wêneyên ku di çalakîya nobeda edaletê de hatine kişandin, karîkaturên li ser bûyerê hatine xêzkirin û wêneyên birîndarên di ambulansan de rastî erîşan hatibûn tên pêşandan. Rêxistina Bajêr a Rihayê ya HDP, Baroya Rihayê, parêzer û welatî serdana pêşangehê kirin.Hat dîyarkirin ku pêşangeh dê heta dawîya rojê li ber edlîyeyê vekirî bimîne.