Mala kevin a ku demekê li Amedê weke "mala mirinê" ya Hîzbullahê dihat bikaranîn, weke avahîyeke dîrokî hat qeydkirin.
Mala kevin a ku demekê li Amedê weke "mala mirinê" ya Hîzbullahê dihat bikaranîn, weke avahîyeke dîrokî hat qeydkirin. Mala ku li kolana Kuçukkavas a Navçeya Sûrê ya Amedê ye û di hundirê vê malê de cesedê 12 kesan ku 2 ji wan zarokbûn ku bi îşkenceyê hatibûn kuştin, hatibû dîtin. Piştê vê bûyerê derîyên wê mala xirbe bi betonê hat girtin. Ev mala kevin a bi navê “mala mirinê” tê naskirin, ji alîyê Desteya Parastinê ya Mîrateya Çandê ya Amedê ve weke 'avahîyeke dîrokî' hat qeydkirin. Ji alîyê din ve derket holê ku pêvajoya qeydkirinê di Adara îsal de hatîye kirin. Hat dîyarkirin ku mala ku li Amedê wek "mala mirinê" tê zanîn wê wek malên qeydkirî yên li Sûrê bê restorekirin. "Mala mirinê" ya Hizbullah, 22 salan wek avahîyeke bêserûber bi şiklekê metrûk rawestîya.