Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa ku xebatkarên lêgerîna petrolê tê de bûn, li nêzê gundê Hertvîn a navçeya Berwarî ya Sêrtê di encama ku ajokarê wê kontrola dîreksiyonê winda kir, bi kêlekî qelibî.
11 kesên di mînîbusê de birîndar bûn. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Berwarî û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.