Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê ya Amedê bi husran û zîyan dest pê kir.
Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de balonên ku ji Kapadokyayê anîne plan kirin ku li ser navçeya Sûrê bên firandin. Lê balonan ji ber têlên ku pê ve hatibû girêdan tenê 15 mitroyan ji erdê bilind bûn. Welatîyên ku xwestin ku bi tûra balonan li ser Sûrên Amedê bigerin di saetên serê sibê de çûn cîhê bernameya bi balonan lê bele ji ber ku balonan bi telan girêdabûn, tenê li heva wêneyan kişandin. Sedema girêdana balonan ji alîyê rayedaran ve wek rewşa hewayê ya xirab hate nîşandan û bername bê gera balonan bi dawî bû.