Bi hevkarîya Şaredarîya Yenîşehîr ya Amedê û Serokatîya Daîreya Ciwanî û Werzîşê ya Bajêr "Qursa Avjenîyê ya Bê Asteng" hat vekirin.
Bi hevkarîya Şaredarîya Yenîşehîr ya Amedê û Serokatîya Daîreya Ciwanî û Werzîşê ya Bajêr "Qursa Avjenîyê ya Bê Asteng" hat vekirin.
Bi hevkarîya Midûrîyeta Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredarîya Yenîşehîrê û Midûrîyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajarê Amedê, ji bo alîkarî bidin pêvajoya rehabîlîtasyonê ya kesên xwedî hewcedarîyên taybet û ew fêrî avjenîyê bibin, li Tesîsên Werzîşê yên Seyrantepe ya Amedê "Qursa Avjenîyê ya Bê Asteng" hat destpêkirin.
Hat dîyarkirin ku qursa avjenîyê ya ku wê 3 mehan berdewam bike, li gor daxwazên zêde yên kesên xwedî pêdivîyên taybet û malbatên wan hat vekirin.