Li navçeya Başkale ya Wanê zarokekî 12 salî pezê xwe ji bo çêrandinê bir mêrga li ser xeta sînorê Îranê. Li vir di encama teqîna ciyê leşkerî de zarok bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Başkale ya Wanê zarokekî 12 salî pezê xwe ji bo çêrandinê bir mêrga li ser xeta sînorê Îranê. Li vir di encama teqîna ciyê leşkerî de zarok bi giranî birîndar bû. Piştê teqîna ku dûrî qada leşkerî pêk hat, zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Başkaleyê. Bavê zarokê ku ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî, diyar kir ku destekî wî jê bûye, di lingê wî yê rastê û rûyê wî de birînên giran hene. Bavê zarok anî ziman ku kurê wî demeke dirêj bi birîndarî li zeviyê maye û got, “Tevî ku ev bûyer li kêleka baregeha leşkerî pêk hat jî, kes mudaxele nekir. “Rewşa kurê min niha gelekî giran e.