Li Wanê di serdegirtina malan de 4 endamên HDP'ê hatin binçavkirin.
Li Wanê di serdegirtina malan de 4 endamên HDP'ê hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de di serdegirtina malan de li navçeya Ercîşê hevşaredarê berê Muhîttîn Ûzûmcûoglû, endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Îşlenen, Şemsettîn Esen û Mursel Sayiner hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Ercîşê Fatma Serhatli ne li mala xwe bû.
HDP'yiyên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr tên ragirtin.