Hat ragihandin ku 130 mêşinên aîdê Ersoy O. yê ku li gundê Qasimogluyê dijî, ji ber sedemeke nedîyar telef bûnin.
Hat ragihandin ku 130 mêşinên aîdê Ersoy O. yê ku li gundê Qasimogluyê dijî, ji ber sedemeke nedîyar telef bûnin.
Ersoy Oyê ku di demjimêrên serê sibehê de ji bona ajalên xwe biçêrîne ketîye axûr, dît ku piranîya mêşinên wî li erdê ne û hinekên wan jî diperpitin.
Li ser agahdarkirinê ji cîhê bûyerê re ekîbên cenderme Midûrtîya Daristan û Çandinî ya navçeyê hatin sewqkirin.
Ekîbên ku li cîhê bûyerê lêkolînan kirin, tespîtkirin ku ji 157 mêşinan 130yên wan telef bûne. Mêşinên ku telef bûne, ji alîyê ekîbên şaredarîyê ve hat bin axkirin.