Li Tirkîyeyê digel ku zêdeyî 16 mîlyon karker hene, rêjeya karkerên sendîkayî tenê ji sedî 15 e ye.
Li Tirkîyeyê digel ku zêdeyî 16 mîlyon karker hene, rêjeya karkerên sendîkayî tenê ji sedî 15 e ye.
Daxuyanîya Wezareta Xebat û Ewlehîya Civakî ya der barê "Amarên Tîrmeha 2023'yan ên Di Karên Karsazîyê de û Hejmara Endamên Sendîkayan" di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gor daxuyanîya ku hatîye weşandin, li Tirkîyeyê ji 16 milyon û 413 hezar û 359 karkeran, 2 milyon û 421 hezar û 940 kes endamên sendîkayan in. Ev hejmar ji sedî 14,76 sendîkabûnê nîşan dide. Berîya niha li gor daneyên meha Çileyê ku hatibûn eşkerekirin, rêjeya sendîkayê ji sedî 14.42 bû.