LI TAYLANÊ BAJAREK DI BIN AVA LEHIYÊ DE MA
Li Taylanda ku di van 20 salên dawîn de demsala herî dijwar a mûsonê lê diqewim e, barana zêde dibe sedema lehiyê.
Ji ber barana zêde bajarek hema bêje bi tevahî di bin avê de ma. Li bajêr bi bot û helîkopteran alîkarî û xebatên rizgarkirinê tên kirin. Hêza deryayî ya Taylandê jî xebatên rizgarkirinê didomîn e. Baranên mûsonê yên ku bê navber dibare û dibe sedema bahozên dijwar, nahêlin ku av ji bajêr vekişin û vegerin jiyana asayî. Di dîmenên hewayî yên bajêr de felaket derket holê, hat dîtin ku rêyên bajêr bi temamî di bin avê de mane.