Hat ragihandin ku li gundekî Şirnexê di êrîşa çekdarî ya li 2 malan de mirî û birîndar hene.
Hat ragihandin ku li gundekî Şirnexê di êrîşa çekdarî ya li 2 malan de mirî û birîndar hene.
Li Navçeya Hezexê ya Şirnexê, Gundê Aşagi Yavşanê bi şev çekdaran êrîşê 2 malan kirin. Di êrîşê de Hasan Y., Abdullah E. (23) û Eşref E. (49) bi giranî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku ji birîndaran Hasan Y. yê ku bi helîkoptera leşkerî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest da û tedawiya 2 kesên din jî didome. Li herêmê bi piştgiriya hewayî operasyon dan destpêkirin.