Li Şirnexê termê 2 şivanan li zozanan hatin dîtin.
Li Şirnexê termê 2 şivanan li zozanan hatin dîtin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, Huseyîn Oner û Omer Kaya yên ku li Yenî Mahalle ya navçeya Hezexê şivantî dikirin, ji ber ku malbatên wan demek dirêj ji wan agahî negirtin, serî li cendirme dan. Di lêgerînan de termên Oner û Kaya li qada şikeftan dîtin. Di lêkolîna ewil a ku ji alîyê cendirmeyan ve hat kirin de, hat tesbîtkirin ku 2 şivan ji alîyê kesek an jî kesên nedîyar ve bi çek hatine kuştin. Cenazeyên Huseyîn Oner û Omer Kaya ji bo karên otopsîyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Ji bo ronîkirina bûyerê û girtina kujeran lêpirsîn hat destpêkirin.