Li Şirnexê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Şirnexê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin; danê sibê li navend û gundên Şirnexê, li gelek malan operasyon hat kirin. Di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Hate hînbûn ku lêgerînên li gundan hê jî berdewam dike û dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe. Hat ragihandin ku li herêmê tevgera hewayî jî heye.