Li Şirnexê danê sibehê di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin.
Li Şirnexê danê sibehê di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin.
Li gundên Feraşîn, Wargundik û Melîxa yên navçeya Beytuşşebaba Şirnexê, di serdegirtina malan a danê sibehê de, ji alîyê leşkeran ve 7 kes hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirinê jî wek îfadeyên "şahidê veşarî" hatîye eşkere kirin û hat dîyarkirin ku 7 kes birine Fermandarîya Cendirmeyan a Şirnexê. Li navçeyê di 12'ê Hezîranê de di serdegirtina malan de ji 10 kêsan hatibû binçav kirin 6 kes hatine girtin. Li navçeyê di nava hefteyekê de hejmara kesên hatin binçavkirin derketîye 17 kesan.