Di bexçeyê sîteyek a Şirnexê de zarokan 2 moşek dîtin. Di kontrolan de hat tespîtkirin ku ji moşekan yek jê neteqîya ye.
Li Şirnexê 2 moşekên ku yek ji wan neteqiyabû, ji alîyê zarokên ku li baxçeyê sîteyekê dilîstin, hate dîtin.
Bûyer danê nîvro di Sîteya Sefîne Evlerî ya Taxa Yenî ya navenda Şirnexê de pêk hat.
Karmendê sîteyê dema fêhm kir ku hesinên ku zarokên li baxçe dileyîzin dîtîne moşek e, bûyerê ji polêsan re ragihand. Li ser agahdarkirinê ekîbên polês û tenduristîyê sewqê navnîşanê hatin kirin. Di lêkolîna ekîbên polêsan de hat tespîtkirin ku yek ji moşekan neteqîya ye.
Moşekan ji bo îmhakirinê girtin bin parastinê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.