Ciwanê ku li Şirnexê ketibû çemê Dîcleyê, ji ber herka avê winda bû.
Dîyar Guzel ê ku li nêzê Koşka Elo Dîno ya ku di navbera navçeyên Basê û Hezexê yên Şirnexê de ye, ket çemê Dîcleyê. Lê ji ber ku herka avê zêde bû, Dîyar Guzel ji ber çavan winda bû. Piştê ku malbata Guzel agahî da ekîbên lêgerîn û xilaskirinê, xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.