Şaredarîya Silopîyayê “Şeva Dengbêjan” li dar xist.
Bername li Tesîsa Werzîşê ya Şaredarîya Silopîyê hat lidarxistin. Di bernameyê de Dengbêj Mûkaddes, Dengbêj Usîv, Rêzanê Batû, Mihemê Çemkarî, Dengbêj Hedîye Kalkan û Dengbêj Silêmanê Sofî ku cîh girtin. Di destpêka bernameyê de stranbêj Umut Botan axivî û bal kişand ser girîngîya dengbêjîyê û wiha got: “Hebûna mirov herî zêde xwe di çand û hûnerê de dide der. Çanda Kurdî, bi salan e bi saya dengbêjan xwe parast û gihîşt heta roja îro. Divê gelê me xwedî li çand û dengbêjên xwe derkevin.”