Li ser birca li Qada Şêx Seîd a Navçeya Sûrê ya Amedê pankarta wêneyên rûspîyên Kurd hat daliqandin.
Komek ciwanên Amedê duh êvarê pankarta ku wêneyên mezinên Kurd wek Şêx Seîd, Qazî Muhamed, Leyla Qasim, Seyîd Riza, Nûrî Dêrsimî û Musa Anter li ser birca li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê daliqandin.
Di pankartê de jî gotina "Ez Kurd im, ez nemir im” hatibû nivîsandin.