Li ser rêya Farqîn-Amedê maşîneya leşkerî qelibî, di encama qezayê gelek leşker birîndar bûn. Qeza, li ser rêya Farqîn-Amedê pêk hat.
Li ser rêya Farqîn-Amedê maşîneya leşkerî qelibî, di encama qezayê gelek leşker birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Farqîn-Amedê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin maşîneya bi zirx ya aîdê leşkeran li ser rêya Farqîn-Amedê dema ku di rê de diçû, ji kontrola ajokar derket û qelibî. Di encama qezayê de 6 leşker birîndar bûn. Ekîbên tenduristîyê sewqê cîyê bûyerê bûn. Leşkerên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxwaneyê û hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.