Di qezaya ku li ser rêya Amed û Erxenî yê pêk hat de gelek kes birîndar bûn.
Di qezaya ku li ser rêya Amed û Erxenî yê pêk hat de gelek kes birîndar bûn.
Qeza serê sibê li ser rêya Amed û Erxenî yê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, siwareya ku ji Amedê diçû Erxenîyê ajokar kontrala dîreksîyonê winda kir û ji rê derket û qelibî qeraxê rê.
Di siwareya ku 3 kes tê de bûn jê kesek ji cama şikestî firya derve û bi giranî birîndar bû, ajokarê ku navê wî nehat zanîn û yê hinda wî jî di siwareyê de bi halê birîndar asê man.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û agirtef sewqê cîhê bûyerê hatin kirin. Ekîbên agirtefê kesên di siwarê de ji cîhê ku asê mabûn rizgar kirin. Ekîbên tenduristîyê birîndaran bi alîkarîya kesên derdorê birin ambulansê û birin nexweşxaneyê.