LI SENEGALÊ DI NEXWEŞXANEYEKÊ DE ŞEWAT DERKET! 11 PITIK JÎYANA XWE JI DEST DAN
Hat ragihandin ku li Senegalê di yekîneya zayînê ya nexweşxaneyekê de şewat derket û 11 pitik jîyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku li Senegalê di yekîneya zayînê ya nexweşxaneyekê de şewat derket û 11 pitik jîyana xwe ji dest dan. Serokomarê Senegalê Macky Sall, di derbarê şewatê wiha got: "Li Bajarê Tîvaouane’ê di Nexweşxaneya Mame Abdou Azîz Sy Dabakh de di odeya zayînê de şewat derket. Ez bi êş û xof bi vî nûçeyê agahdar bûm. Hemû dayîk û malbatan re sersaxîyê dixwazim.” Şaredarê Tîvaouane’ê Dîop Sy dîyarkir ku şewat ji ber xeta elektrîkê derketîye û 3 pitik bi saxî ji şewatê hatîye xilaskirin.