Li Colemêrgê ji ber barîna berfê rêya nêzî 50 gundan ji trafîkê re hatîye girtin
Li Colemêrgê ji ber barîna berfê rêya nêzî 50 gundan ji trafîkê re hatîye girtin.
Di daxuyanîya ku ji teref Îdareya Taybet a Bajarê Colemêrgê ve hat dayîn, hat ragihandin ku ji ber barîna berfê ya bi bandor, li Şemzînanê rêya 10 gund û 39 mezrayan, bi tevahî rêya 49 jîngehan hatine girtin. Hat destnîşankirin ku ekîb ji bo vekirina rêyên ku bi berfê hatine girtin xebatên xwe didomînin.