Di Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê de, 5 serokên daîreyan ji peywîrê hatin dûrxistin û li şûna wan, tayînên nû hatin kirin.
Di Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê de, 5 serokên daîreyan ji peywîrê hatin dûrxistin û li şûna wan, tayînên nû hatin kirin.
Guhertinên peywîrê yên ku ji alîyê Alî Îhsan Sû ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de li Walîtîya Amedê û Şaredarîya Bajarê Mezin bû qeyûm hat destpêkirin, berdewam dike. "Burokratên îthal" yên ku Munîr Karaloglu ji parêzgehên cuda anîn, ji kare xwe hatin girtin. Ayhan Kardan ê ku Munîr Karaloglu ji Şaredarîya Bajarê Mezin a Sakaryayê anî, ji peywîrê hatibû girtin û li şûna wî Qeymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî hatibû tayînkirin. Abdullah Çîftçî ku dest bi avakirina kadroyên xwe kir, li Şaredarîya Bajarê Mezin de di 5 serokatîya daîreyan de guhertin çêkir.