Li navçeya Sêwregê ya Rihayê ciwanê ku ket çemê Firatê xeniqî û jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Sêwregê ya Rihayê ciwanê ku ket çemê Firatê xeniqî û jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Ozkan Kantarmiş ê 24 salî yê ku ji bo geşt û seyranê çûbûn ber Çemê Firatê, ji bo xwe hênik bike ket Çem û ji ber çavan wenda bû. Li ser agahdarkşirinê Ekîbên tenduristiyê û cendirmeyên ku hatin cihê bûyerê ciwan ji avê derxistin û bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê. Lê digel hemû mudaxleyan jî Kantarmiş ê 24 salî jiyana xwe ji dest da. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.