Xanîyên TOKÎ yên ku li navçeya Eyyubîye ya Rihayê înşaeta wan bi dawî bû wê bidin mexdûrên erdhejê.
Xanîyên TOKÎ yên ku li navçeya Eyyubîye ya Rihayê înşaeta wan bi dawî bû wê bidin mexdûrên erdhejê.
Piştê erdhejên navenda Mereşê, li Rihayê 19 avahî hilweşîyan û 2 hezar û 700 avahî jî zirareke mezin dîtin. Li Eyyubîyeyê înşaata TOKÎyê ya ku di sala 2020an da dest pê kiribû, di mehên borî da temam bû.
Şaredarê Eyyubîyeyê Mehmet Kuş, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek da û dîyar kir ku li taxa Asyayê 367 xanîyên ku di encama xebatên veguherîna bajaran da hatine çêkirin wê bidin mexdûrên erdhejê.
Li alîyê din gelê Amedê jî bang li rayedaran kirin û xwestin xizmeta li Rihayê ji mexdûrên erdhêjê yên Amedê re jî bê dayîn.