Li Rihayê di şerê çekdarî yê di navbera du koman de, mirî û birîndar hene.
Li Rihayê di şerê çekdarî yê di navbera du koman de, mirî û birîndar hene.
Nîqaşa ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di navbera malbatên Yagmur û Kutûs ên ku di navbera wan de neyartî derket, veguherî şerê çekdarî.
Di şerê çekdarî yê ku derket de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn. Îsmaîl Yagmurê 27 salî ku di bûyerê de bi çek birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. 5 kesên birîndar ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve hat rakirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Ekîbên polêsan ji bo girtina kesên ku di şerda bûn dest bi operasyonê kirin.