Kesê ku li Rihayê bi ser daweta birazîyê xwe de girt, bi çekê çepûrast gulebaran kir. Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn.
Kesê ku li Rihayê bi ser daweta birazîyê xwe de girt, bi çekê çepûrast gulebaran kir. Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn.
Di bûyera ku duh bi şev li Taxa Murşîtpinar a navçeya Pirsûsê ya Rihayê li salona dawetê pêk hat, kesê bi navê FB bi îdîaya ji ber şerê mîrateyê bi kekê xwe re, di ser daweta birazîyê xwe de girt.
F.B. ji nav derîyê dawetê bi çek çepûrast gule bera mêvanan da û di encamê de 3 kes birîndar bûn. Birîndar ji alîyê ekîbên tenduristîyê ve rakirin nexweşxaneyê û hat hînbûn ku rewşa birîndarên ku hatin dermankirin baş e. F.B.yê bi siwareya ku ji cîhê bûyerê revîya qeza kir û birîndar bû, hat binçavkirin û rakirin nexweşxaneyê. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.