Karkerên ku li navenda Rihayê dema di xeta elektrîkê ya binerdê de dixebitîn û di bin erdê de mabûn hatin rizgar kirin.
Karkerên ku li navenda Rihayê dema di xeta elektrîkê ya binerdê de dixebitîn û di bin erdê de mabûn hatin rizgar kirin.
Bûyer li Taxa Yenice ya navçeya Eyyubîyeyê qewimî. Di dema xebata kolandinê ya ji bo tamîrkirina xeta elektrîkê ya binerdê, erd hedimî û 4 karker di bin erdê de man.
Mehmet B., Nîhat P., Huseyîn M. û Firat K. yên ku bi mudaxeleya ekîbên tenduristîyê, agirkuj, polês û AFADê ji bin xirbeyê hatin derxistin, bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Rihayê.
Hat ragihandin 4 karkerên ku hatin dermankirin rewşa wan baş e. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.