Aktîvîsta kurd Zîna Madras Gorj ku di roja 4’emîn a xwepêşandanên li Îranê de hatibû girtin û bi kefalete hatibû berdan, careke din hat girtin.
Aktîvîsta kurd Zîna Madras Gorj ku di roja 4’emîn a xwepêşandanên li Îranê de hatibû girtin û bi kefalete hatibû berdan, careke din hat girtin.
Jina kurd a aktîvîst Zîna Madras Gorj ku di roja 4’emîn a xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê dest pê kir de bi îdiaya “avakirina rêxistina hilweşîner” hatibû girtin. Li Girtîgeha Sanandajê dihat ragirtin. Gorj piştî 40 rojan girtî ma bi kefalete hat berdan û doza wê dewam kir. Rjîmê bi îdiayên “li dijî ewlehiya neteweyî lihevkirina veşarî kiriye” û “li dijî rejîmê propaganda dike” Gorj tawanbar kir. Doza Gorj li Dadgeha Sanandajê didomiya her çiqas gazî wê kirine jî lê neçûye dadgehê. Dadgehê derbarê wê de biryara girtinê daye û duh hêzên rejîmê wê girtinê û carek din şandine girtîgehê. (Çavkanî: M.A.)