Li Qersê, di tesîsa şaredarîyê de qîra germ a ku ji bo asfaltkirina rê dihat bikaranîn, di heyama ku ji tankêrê dihat valakirin de bi ser karkeran de rijîya.
Li Qersê, di tesîsa şaredarîyê de qîra germ a ku ji bo asfaltkirina rê dihat bikaranîn, di heyama ku ji tankêrê dihat valakirin de bi ser karkeran de rijîya.
Di tesîsa asfaltê ya şrîketa Anonîm a BELTAŞê ya Şaredariya Qersê, li taxa Paşaçayirê ya Qersê, qîra ku germahîya wê 150 pile ye, ji Erziromê bi tankêran ji bo asfaltkirina rê anîbûn, di heyama valakirinê de xortom ji cîhê xwe derket û qîra germ bi ser karkeran de rijîya.
Di encamê de xebatkarên şaredariyê yên bi navê Ahmet Kaya, Hakan Suekinci û Saldiray Ozşîmşek bi giranî birîndar bûn.
Karkerên birîndar ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve sewqê Navenda Şewitandinê ya nexweşxaneyên lêkolînê yên Qers û Erziromê hatin kirin. Hat zanîn ku jiyana karkeran di xeteriyê de ye.