Li Qersê di qezaya trafîkê ya ku 2 otobus û kamyonek li hev qelibîn de 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li devera Karakurt a ser rêya di navbera navçeya Xoresana Erzeromê û navçeya Qamuşan a Qersê de 2 otobus û kamyonek li hev qelibîn.
Di daxuyanîya ku ji hêla Walîtîya Qersê ve hate dayîn de hat ragihandin ku di qezaya trafîkê ya ku di saet 07:45an de li nêzê Karakurtê ya devera navçeya Qamuşanê de çêbû û 2 kes jîyana xwe ji dest danê û 8 kes birîndar bûn.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qamuşanê û tedawîya wan dewam dike.