Li navçeya Pasûrê ji ber barana ku do barîya lehî rabû, perwerde hat rawestandin
Li navçeya Pasûrê ji ber barana ku do barîya lehî rabû, perwerde hat rawestandin.
Li navçeya Pasûrê ya Amedê ji ber barana zêde li gundên Aygun û Akçesîrê lehî rabû. Ji ber axa ku ber avê hatibû rê bû herî û çirav. Her wiha gelek xanî û axur jî di bin avê de man. Ji ber barîna zîpika bi bandor, gelek baxçeyan zirar dîtin.
Qeymeqamtîya Pasûrê ragihand ku li 2 gundan perwerdehî heta 6’ê Cotmehê hatîye rawestandin.
Di daxuyanîya ku ji alîyê Walîtîya Navçeyê ve hat dayîn de wiha hat gotin, "Li navçeya me ji ber barana zêde û lehîyê di navbera 3, 4 û 5ê cotmehê de perwerde li Dibistana Seretayî û Navîn a Aygunê, Dibistana Seretayî û Navîn ya Akçesîr Sebît û Dibistana Seretayî ya Teknevalê hatîye rawestandin."