Li eyaleta Hayber Pahtûnhva ya Pakîstanê di dema nimêja nîvro de li mizgeftekê êrîşeke xwekujî hat kirin.
Li eyaleta Hayber Pahtûnhva ya Pakîstanê di dema nimêja nîvro de li mizgeftekê êrîşeke xwekujî hat kirin.
Di êrîşê de herî kêm 32 kes mirin û 147 kes jî birîndar bûn. Rayedarê nexweşxaneyê ragihand ku rewşa 10-15 birîndaran giran e. Di encama teqînê de zîyan gihîşt avahî û wesayîtên derdorê û herwiha di mizgeftê de jî xisarek mezin çêbû. Heta niha kesî berpirsyarîya êrîşê negirtîye ser xwe.