Qedexeya derketina derve ya îro danê sibê nêzî 6 demjimêran berdewam kir, li 9 taxên Mêrdînê hat ragihandin.
Qedexeya derketina derve ya îro danê sibê nêzî 6 demjimêran berdewam kir, li 9 taxên Mêrdînê hat ragihandin.
Di daxuyanîya ewil a ku ji alîyê Walîtîya Mêrdînê ve hat dayîn de, bi hinceta li 9 tax û mezrayên navçeya Nisêbînê, li dijî PKKê operasyon hatin lidarxistin, ji demjimêr 04:00ê sibê heta daxuyanîyeke din qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Di daxuyanîya duyemîn a ku ji alîyê walîtîyê ve hat dayîn de hat ragihandin ku operasyon qedîyane û ji demjimêr 09.30an û pê ve qedexeya derketina derve hatîye rakirin. Derbarê operasyonê de agahî nehatin parvekirin.