Hat dîyarkirin ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê karmendekî destdirêjî li zarokekî kirîye û serbest hatîye berdan.
Hat dîyarkirin ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê karmendekî destdirêjî li zarokekî kirîye û serbest hatîye berdan.
Li navçeya Bismilê ya Amedê zarokê 16 salî ku 19ê Gulanê roja înê bi birayê xwe û bavê xwe re çûbû beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Berpirsyarê beşa lezgîn A.B yê 41 salî bi hinceta ku wê malzeme bide zarok, dibe odeya cilan ya personelan û li wir destdirêjîyê li zarok dike.
Zarokê ku ji bavê xwe re qala bûyerê dike, bi tevlê malbata xwe diçin li A.B gilî dikin. Li ser gilîyê malbatê Serdozgerîya Komarê ya Amedê digel psîkolog îfadeya zarok digrin. A.B.yê ku di 19ê gulanê da hat binçavkirin piştî îfadeya wî ya li navenda polêsan bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Hate hînbûn ku A.B.yê ku zewicî ye û 2 zarokên wî hene hêj li ser kar e û ji alîyê rêveberîya nexweşxaneyê ve çend roj betlane jê re hatîye dayîn.