Şewata daristanê ya navçeya Licê ya Amedê, bi xebata 7 demjimêran a ekîban hat kontrolkirin.
Şewata daristanê ya navçeya Licê ya Amedê, bi xebata 7 demjimêran a ekîban hat kontrolkirin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, do danê sibê li taxa Arîklî ya gundewarîya navçeya Licê ji ber sedemeke nedîyar şewat derketibû.
Hat hînbûn ku bi hewldana ekîban agir bi mal û embaran neket, lê ji ber şewatê 2 hektar qada daristanî û 3 hektar erdê çandinîyê xisar dît.
Li herêmê xebatên sarkirinê didomin û sedema derketina şewatê jî tê lêkolînkirin.