Dengdana li nûnertîyên bîyanî yên ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomarîyê bi dawî bû.
Dengdana li nûnertîyên bîyanî yên ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomarîyê bi dawî bû.
Hejmara dengên ku hatine dayîn ji dengên ku di tûra yekemîn de hatine dayîn zêdetir bûne. Di tûra ewil de li nûnertîyên welatên bîyanî û derîyên gumrikê milyonek û 839 hezar û 470, di tûra duyemîn de jî milyonek û 839 hezar û 488 deng hatin bikaranîn.
Kesên ku li welatê xwe di dema dîyarkirî de dengê xwe nedabin, wê heta 28ê Gulanê demjimêr 17.00an bikaribin li derîyên gumrukê dengê xwe bidin.