Li navçeya Bor a Nîgdeyê bi lerza 5,3 pileyê erdhejek pêk hat.
Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Wezareta Karên Navxweyî, Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li navçeya Bor a Nîgdeyê erdhej çêbû.
Erdhej, demjimêr 13.27an de, qasê 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat. Qeymeqamê Borê Mehmet Yavuz derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got, "Navenda erdhejê Gundê Obrukê ye. Di encamê de xisar û ziyana can û mal çênebûye.
Tîmên AFADê jî lêkolînên xwe berdewam dikin.”
Midûrê Giştî yê AFADê Orhan Tatar, erdheja Nîgdeyê jî wek erdhejeke serbixwe binav kir.