Li navçeya Misirc a Sêrtê di qezaya ku 3 siware li hev qelibîn de kesek jîyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Misirc a Sêrtê di qezaya ku 3 siware li hev qelibîn de kesek jîyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li ser Rêya Misirc-Êlihê pîkab, TIR û siwareyek qeza kirin. Li ser agahdarkirinê ekîbên Tenduristî, AFAD, cendirme û agirtefê sewqê cîhê bûyerê hatin kirin.
Di qezayê de ajokarê TIRê Îslam Îverendi (28) jîyana xwe ji dest da. 3 kesên di qezayê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kurtalan.
Cendirmeyan derbarê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin.