Li Êlihê cesedê pitikek ku nû ji dayik bû hat dîtin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin piştê ku wezîfedarê ku li Goristana Tilmerç a li Taxa Çamlitepe ya navenda Êlihê pitikek di nava xwînê de dît, ji rayedaran re agahî da, ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqê herêmê kirin,
Di lêkolîna ku ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve hat kirin de hat tesbîtkirin ku zarokê ku nû ji dayik bûye miriye.
Cenazeyê pitik ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Ekîbên polêsan derbarê mirina zarokê da lêpirsîn da destpêkirin.