LI ÊLIHÊ 11 JIN HATIN BINÇAVKIRIN
Li Êlihê, di serdegirtinên hin malan de hevşaredarên şaredarîyan jî di nav de, 11 jin hatin binçavkirin.
Li Êlihê, di serdegirtinên hin malan de hevşaredarên şaredarîyan jî di nav de, 11 jin hatin binçavkirin. Li Êlihê danê sibê polîsan bi ser hin malan de girt. Piştê serdegirtinên malan, 11 jin hatin binçavkirin. Di derbarê sedema binçavkirinê de agahî nehat girtin. Jinên ku hatin binçavkirin birin Midûrîyeta Ewlehîyê ya Êlihê.