Hat dîyarkirin ku li Lîbyayê hejmara mirîyên ji ber lehîyê 5 hezar derbas kir û bi hezaran kes jî winda bûn e.
Hat dîyarkirin ku li Lîbyayê hejmara mirîyên ji ber lehîyê 5 hezar derbas kir û bi hezaran kes jî winda bûn e.
Bahoza "Daniel" a ku li Behra Spî ya Navîn bi bandor bû, û di 10'ê Îlonê de li rojhilatê Lîbyayê xistibû, li bajarên Bîngazî, Beyda, Marc, Sûse û Dernayê lehî rabû.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Lîbyayê LANAyê, hat dîyarkirin ku tenê li bajarê Dernayê ji ber lehîyê hejmara mirîyan derket 5 hezar û 300î.
Xaça Sor dîyar kir ku hejmara kesên di karesata lehîyê ya li Lîbyayê de winda bûne gihîştîye 10 hezarî. Hat dîyarkirin ku barana ku li herêmên rojhilatê Lîbyayê dibare di asta herî zêde ya 40 salên dawî de ye.