Kesê ku li nexweşxaneya Kurtalan a Sêrtê, tundî li bijîşkekî kir, hat binçavkirin.
Kesê ku li nexweşxaneya Kurtalan a Sêrtê, tundî li bijîşkekî kir, hat binçavkirin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin; Welatîyê bi navê M.T.’yê ku hat Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Kurtalanê, Bijîşk Vedat Oran ew muayene kir û xwîn û rontgenên wî yên rojane xwest. Hat îdîakirin ku M.T. bi hinceta ku bijîşk hemû rontgenên wî nekişandîye tundî li bijîşkê kiriye. M.T. yê ku hat binçavkirin, sewqî edlîyeyê hat kirin. Hat dîyarkirin ku derûnîya M.T.’yê ji sedî 67ê ne baş e. M.T. ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Kurtalanê ve, sewqî Midûrîyeta Tiba Edlî hat kirin. Hat dîyarkirin ku lêpirsîna di derbarê M.T.’yê de ku hatîye vekirin, wê li gor rapora tiba edlî berdewam bike.