Li Herêma Kurdistana Federe, Ji ber barana guj, xanî rûxîya û 2 kesan di xanîyê hilweşîyayî de jîyana xwe ji dest dan.
Li Herêma Kurdistana Federe, Ji ber barana guj, xanî rûxîya û 2 kesan di xanîyê hilweşîyayî de jîyana xwe ji dest dan.
Barana zêde ku ji do ve li bajarê Kerkûkê ya Herêma Kurdistanê bi bandor bûye, li gelek cihan lehî rabû.
Hat dîyarkirin ku li gundê Bacwan ê Kerkûkê ji ber baranê xanîyekî axê hilweşîya û dayik û kurê xwe yên ku di bin kavilan de mabûn jîyana xwe ji dest dan. Hat gotin ku metirsîya hilweşîna xanîyên wekî din jî heye.
Ji ber baranê û rabûna lehîyê li bajarên Kurdistana Federe ji bo rojekê navber dan perwerdehîyê. Rêveberîya Perwerdeya Silêmanîyê ragihand ku ji bo ewlehîya mamoste û xwendekaran îro hemû sazîyên perwerdeyê di betlaneyê de ne.
Hat ragihandin ku li Helebce û Germîyan dibistan hatin girtin. Li gor agahîyên meteorolojîye wê baran bandora xwe îro jî bidomîn e.