Şaredarîya Bajarê Amedê, ji bo mazûvanîya mêvanên xwecihî û bîyanî û peydakirina pêdivîyên bingehîn ên mêvanên Kela Zerzewanê ya ku li herêmê pir tê zîyaretkirin, dest bi çêkirina "Navenda Pêşwazîya Mêvanan" kir.

Di projeya "Navenda Pêşwazîya Mêvanan" de wê ji bo zîyaretvanan salona promosyonê û pêşangehê, qada foyerê, kafe, xwaringeh, bîranîn, cihê bilêtan, odeyên nimêjê, destşo û avahîya Cendirmeyan û ya Tûrîzmê wê hebe. Navenda Pêşwazîya Mêvanan a ku dê bi yarmetîya ku ji teref Îdareya Pêşvebirina Herêmî ya GAPê ve hatîye veqetandin bê tetbîqkirin, tê plankirin ku di nava sala îsal ya 2023an de bê temamkirin.