Li navçeya Kayapinarê kesekî di zevîyeke vala de hewl da ku xwe bikuje.
Bûyer do bi şev li Kolanê Firatê ya Taxa Talaytepe ya Navçeya Kayapinara Amedê di zevîyeke vala de pêk hat.
Hemwelatîyê bi navê H.P. yê ku piştê alkolê bikarnîye, hewl daye xwebikuje, ji devê xwe birîndar bû. Li ser agahdarkirina hemwelatîyên derdorê, tîmên tenduristîyê û polîs sewqê cîhê bûyerê bûn.
Piştê mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristîyê H.P yê birîndar sewqê nexweşxaneyê kirin. Hat dîyarkirin ku rewşa kesê ku tê dermankirin baş e. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.