Li Taxa Kayapinarê karmendên agirtefê ji ber agirê bi banê avahîyekê ketibû ji dûmanê jehrî bûn.
Li Taxa Kayapinarê karmendên agirtefê ji ber agirê bi banê avahîyekê ketibû ji dûmanê jehrî bûn.
Şeva borî li Siteya Kaçmaz a li ser Kolana Mûsa Anter a navçeya Kayapinara Amedê şewat derket.
Şewata ku li banê avahîya 9 qatî derket, ji alîyê ekîbên agirtefê yên ku hatin cihê bûyerê ve hat kontrolkirin û vemirandin.
Di encamê de 4 karmend ê ku mudaxeleyê şewatê kirin û ji ber dûmanê bandor lê hatin, 2 jê ji ber metirsîya jehrîbûnê rakirin nexweşxaneyê.